Kabûl-SANA
Li gorî agahîyên ku ji teref rayedarên Afganî ve doh êvarî hatine belavkirin ji ber erdheja ku berî vê çend rojan li Efxanistanê pêk hat hejmara mirîyan derket 1.411ê û hejmara birîndaran jî derket 3.124 kesan.
Derbarê bîlançoya erdheja ku bû sedema gelek candayîn û birîndarbûnan de ji teref ji Cîgirê Berdevkê Parêzgehê Mela Hamdullah Fitrat ve daxuyanîyek hat belavkirin Di ajansa nûçeyan a Afganî “Bakhtar” de. Fitrat de derbarê mijarê de vegot ku operasyonên rizgarkirinê li hemî deverên bandordar hîn jî berdewam dikin û hêzên “komando” ji bo gihîştina deverên dijwar û rizgarkirina kesên ku di bin kavilan de asê mane hêj bê navber berdewam dike.
Li gorî Komeleya Heyva Sor a Afganî, ku duh jî diyar kir ku zêdetirî 8 hezar xanî ji ber erdheja ku pêk hatiye, wêran bûne. Heman heyva sor di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mirin û birîndarbûnan de jî got ku ji ber erdheja ku pêk hat heta niha 1124 kes rehmet kirin û 3251 kes jî birîndar bûn ku tê endîşekirin ev hejmar zêdetir bibe.
Sûriyê di vê trajediya bi êş de hevgirtina xwe ya tevahî bi Afganîstana dost re piştrast kir û di daxuyaniyekê de ku roja berî duh ji hêla Wezareta Karên Derve û Koçberan ve hat weşandin de sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr ji rêberî û gelê Afganî û malbatên qurbaniyan re pêşkêş kir.