Paytext – SANA
Gelek paytext û bajarên cîhanê îro şahidiya xwepêşandanên girseyî kirin. Di van xwepêşandanan de xwepêşandêran êrîşa Îsraîlê ya ku ev bû nêzîkî du salan li ser Şerîda Xezzeyê tê kirin bi tundî şermezar kirin ku di van êrîşên rejîma dagirker de bi deh hezaran kes mirin û birîndar bûn û binesazî û avahiyên niştecîhan hatin wêrankirin.
Ajansa Nûçeyan a “WAFAy”ê ya Filistînê derbarê mijarê de ragihand ku bi hezaran kes beşdarî xwepêşandanên li paytext û bajarên mîna; Oslo, Stockholm, Swêd, Bruksel, Belçîka, Kopenhag, Danîmarka, Seoula paytexta Koreya Başûr, Stenbola Tirkiye, Rotterdam, Hollanda, Manchester, Brîtanya, Venedîk û Mîlano, Îtalya, Frankfurt û Braunschweig, Almanya, û Berlînê bûn. Xwepêşandan ji bo piştgiriya gelê Filistînê, ji bo daxwaza bidawîanîna êrîşa Îsraîlê û ji bo destûrdayîna ketina alîkariya mirovî alîyê Şerîda Xezzeyê hatin lidarxistin.
Beşdaran al û pankartên Filistînê bilind kirin ku qirkirina ku ji hêla rejîma dagirker Îsraîlê ve li dijî gelê Şerîda Xezzeyê, bi taybetî zarokan, hatiye kirin bi tundî şermezar kirin. Xwepêşandêr banga bidawîanîna neheqî û qirkirinê kirin û daxwaz kirin ji ber qirkirin û komkujîyên ku ji teref rayedarên dagirker ve li Xezzeyê tên kirin rêya darizandinê bê vekirin da ku rayedarên îşxalker û dagirker bên darizandin û mehkemekirin.
Şermezarkirin û xwepêşandanên navneteweyî yên li dijî şerê birçîbûn û qirkirinê ku ji hêla dagirkeriya Îsraîlê ve li dijî gelê Filistînê li Şerîda Xezzeyê tê meşandin, berdewam dikin. Di heman demê de, di 22ê vê mehê de, Neteweyên Yekbûyî bi fermî li bajarê Xezzeyê birçîbûn ragihand û hişyarî da ku dibe ku heta dawiya Îlona bê, ev birçîbûn belavî bajarên “Deyr el-Belah” li navenda Xezzeyê û “Xan Yunisa” li başûr bibe.
Ji ber êrîşên rejîma dagirker ên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve berdewam dikin û qet lê navber nayên dayîn li ser axên îşxalkirî û nexasim jî li Xezzeyê 63 hezar û 371 kes şehîd bûn û 159 hezar û 835 kes jî birîndar bûn.