Parîs-SANA
Fransa, Brîtanya û Almanyayê, pêvajoyeke 30 rojî ji bo vegerandina sizayên Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê ji ber bernameya wê ya atomî da destpêkirin, Tehranê jî ji alîyê xwe ve ev gav wekî hewldaneke têkbirina dîplomasîyê nirxand.
Reutersê ji zarê Troykaya Ewropî veguhest ku ew hêvî dikin ku Îran heta dawîya Îlonê nermbûneke baş nîşan bide da ku fikar û tirsê kêm bike û kiryarên berbiçav paş bixe. Her weha wan destnîşan kir ku danûstandinên dawî yên Cenêvê nekarîne sozên têkûz ên Îranê bi dest bixin, vê yekê jî ew neçar kirin ku dîsa berê xwe bidin “vegerandina bilez a sizayan”.
Wezîrê derve yê Fransayê tekez kir ku ev gav nayê wateya dawîya pêvajoya dîplomatîk, li alîyê din jî, Wezîrê derve yê Alman bang li Tehranê kir ku bi Ajansa Wizeya Atomî ya Navneteweyî re hevkarîyê bike û meha bê bi Waşingtonê re rasterast danûstandinan bike.
Îranê jî ji alîyê xwe ve biryar wekî “neqanûnî û xemgîn” bi nav kir, û tekez kir ku ew ê radestî fişarê nebe, lê derî ji bo danûstandinê vekirî hişt.
Wekî din jî, biryar e ku Konseya Ewlekarîyê îro li ser daxwaza Troykayê civîneke girtî li dar bixe da ku li ser vegerandina sizayan nîqaş bike. Her weha hêjayî gotinê ye ku peymana atomî ya ku di sala 2015an de di navbera Îran, Troyka, Rûsya, Çîn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hatibû îmzekirin, piştî ku Waşington di sala 2018an de di dema serokatîya Donald Trump de jê vekişîya, hilweşîya.