Hims – SANA
Jêderekê ji Rêveberîya Tenduristîyê ya Himsê ragihand ku di encama armancgirtina otobusekê de ji alîyê hin kesên nenas ve li ser pira Misyafê li gundewarê rojavayê Himsê, termên 7 kesên ku canê xwe ji dest dan ligel 4 birîndaran gihîştine nexweşxaneyên Himsê.
Rêveberê Nexweşxaneya Mezin a Himsê Dr. Me`en Mehmûd Fehid, duh Çarşemê, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku nexweşxaneya wan bi serê xwe 5 qurbanî wergirtine; çar ji wan dema gihîştin nexweşxaneyê cane xwe ji dest dabûn, lê kesê pêncemîn li ser hişê xwe bû û bersiv dida.
Her wiha eşkere kir ku parçeyek saçme li zikê wî birîndarî ketibû û bûbû sedema dirîna mîzdankê.
Fehid da zanîn ku alîkarîya lezgîn a destpêkê ji bo wî birîndarî hatiye kirin berî ku ji bo temamkirina dermankirinê bo nexweşxaneyeke taybetmend were veguhestin.
Navborî her wiha destnîşan kir ku birîndarên din ên gihîştine nexweşxaneyê birînên wan di serî û sîngê de bûn û li gorî zanyarîyên seretayî di otobusê de karmend û karkerên sivîl hebûn.


