Dera – SANA
Tîmên Rakirina Bermahîyên Şer û Nehiştina Mayînan di Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan de li parêzgeha Derayê, duh Çarşemê, bersiva agahdarîyeke girêdayî hebûna topekê ji bermahîyên şer di zevîyeke çandinîyê de li bajarokê Besir El-Herîrê li gundewarê parêzgehê da.
Rêveberê Navenda Rakirina Bermahîyên Şer û Nehiştina Mayînan di Rêveberîyê de, Hesen El-Feştikî, ji SANAyê re dîyar kir ku tîman berê xwe da cihê topê û li gorî rêkarên pejirandî tev gerîyan; ew top bi rengekî ku ewlehîya sivîlan misoger bibe, hate jinavbirin.
Her wiha El-Feştikî bal kişande ser wê yekê ku tîm, hewldanên xwe yên bersivdana agahdarîyan û serederîya ligel cebilxaneyên neteqîyayî, her wisa rêgiritina li metirsîyên wan li ser jîyan û ewlehîya sivîlan, berdewam dikin.