Şam-SANA
Rêveberîya Ewqafa Şamê, duh Sêşemê, bi sernavê “Kesayetên Mezin ên Ummetê”, li Mizgefta Îmanê ya li taxa Mezre’eyê li Şamê, rêzesemînerên fikrî û zanistî dan destpêkirin.
Ev çalakî bi amadebûna endamê Encumena Bilind a Fetwayê Şêx Mihemed Neîm Erqsûsî bi rê ve çû.
Ev rêzesemîner di çarçoveya bernameyeke nîvmehane de ne ku rêveberî organîze dike, ev jî ji ber girîngîya çespandina têgeha pêşengtîyê û raberkirina kesayetên zanistî tê avêtin.
Bername xwe dispêre mêvandarkirina zanyarên mezin ên Şamê di her semînerê de, da ku pêşkêşkirina xwendineke kûr û rênîşander derbarê kelepûr û jîyannameya her zanyarekî misoger bike, wekî wefadarîyekê ji bo keda wan a ku dîroka zanistî ya Bilad El-Şamê dewlemend kiriye.
Semînera ku duh ji bo nirxandina jînenîgarî û fikrê Şêxê Îslamê Ibn Teymîye hatibû veqetandin, bi beşdarîya Dr. Usame El-Usman, Şêx Silêman El-Hirş, Şêx Ebdilhadî El-Bustanî û Dr. Mihemed Bedî’ Mûsa li dar ket; semînerê giranî da ser rêbaza wî ya fiqhî û bawerîyê di çarçoveya zanistî û hevseng de.
Her wiha semînerê da xuyakirin ku wî xwe di fetwayên xwe de spartiye delîlên şer’î û berjewendîya civakê li ber çavan girtiye, li alîyê din jî, di semînerê de hat piştrastkirin ku ku wî rêz li pirrengîya îctîhadê girtiye û tundrewî û dubendî red kirine.
Pêkanîna Yekîtîya Gotinê û Yekbûna Dilan
Serokê Daîreya Karûbarên Mizgeftan li Rêveberîya Ewqafê ya Şamê, Sa’ir Henano, dupat kir ku Rêveberîya Ewqafê di çarçoveya bernameya xwe ya zanistî û zanînê de biryar daye ku van semîneran bide destpêkirin, da ku xelk ji nêzîk ve pêşewa û pêşengên xwe nas bikin, ku ev yek jî di çarçoveya dîtina wê ya ji bo belavkirina zanistê û bidestxistina yekîtîya gotinê û yekbûna dilan de tê.
Henano di berdewamîya axaftina xwe de her wiha got: “Semînera îro destpêk e, û du hefte şûnda semînera duyemîn bi sernavê ‘Şêxê Îslamê Zanayê Mezin Hafiz Ebû Zekerîya El-Newewî’ tê lidarxistin, roja Sêşemê 16ê Cumada El-Ûla 1448 K / 27ê Cotmeha 2026 Z, piştî nimêja Eșayê li Mizgefta Îmanê li Şamê; ev rêzesemîner dê berdewam be di danasîna kesayetên mezin û zanyarên ummetê de.”
Çespandina Rêbaza Zanistî û Şopandina Rêça Zanyaran
Ji hêla xwe ve, Şêx Ebdilrehîm Yûsifan ê ku rêveberîya semînerê kir, di daxuyanîyekê de ji bo nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku armanca sereke ya van semîneran belavkirina agahîya rast û rêbaza zanistî ya durust e ku li ser rêzgirtin û qedirgirtina li zanyaran û raberkirina qencîyên wan ava dibe, bi rengekî ku beşdarî vejandina hestê çavlêkirinê û vînê di nifşê îro de bibe.
Şêx Yûsifan destnîşan kir ku ev semîner hewl didin rabirdûyê bi îro ve girê bidin û serbilindîya bi nasnameya şaristanî biçespînin, ligel bihêzkirina lêvegera dînî ya şer’î; her wiha piştrast kir ku zanyar wekî stûna ewlehîyê ya civakê û parêzvanên bingeh û nirxên wê ne.
Xurtkirina Biratîyê û Redkirina Dubendîyê
Yûsifan bal kişand ser wê yekê ku ev çalakî armanc dikin ku sedemên dubendî û nakokîyê ji holê rakin, bi rêya balkişanda li ser kelepûra nerm û hevseng a ku Bilad El-Şam di dîrokê de pê dihat naskirin.
Her wiha tekezkirina li ser yekîtîya rêbaza giştî di navbera zanyarên ummetê de tevî ku nêrînên wan di hin babet û hûrgilîyan de cuda bin jî, ji bo ku bendên biratîya Îslamî pêk bîne û rewşa hezkirin û hevgirtinê di civakê de xurt bike.
Şêx Teqiyeddîn Ehmed kurê Ebdilhelîm kurê Teymîye (661 – 728 K / 1263 – 1328 Z) wekî yek ji navdartirîn kesayetên bîrwerî û fiqhê di dîroka Şamê û Bilad El-Şamê di serdema Memlûkî de tê hesibandin.
Ew di nav malbateke ku bi zanist û perwerdeya li dibistanên dîrokî yên Şamê tê naskirin, mezin bû, her wiha mîrateyeke zanînê ya mezin û ensîklopedîk li pey xwe hişt ku zanistên curbicur ên şerî’etê û yên zimanî li xwe digire.
Her wisa komeke bijarte ya pêşewa û dîroknasên mezin ên Şamê li ber destê wî xwend, ku di serî de Ibn Qeyîm El-Cewzîye, Ibn Kesîr û Hafiz El-Zehebî bûn.
Ew bi şarezayîya xwe ya berfireh di zanistên zimanê Erebî, wêje, hûrgilîyên rêziman û beyanê de dihat naskirin, ku ev yek di xurtîya zimanê wî û duristîya delîlanîna wî di berhemên wî yên cuda cuda de bi awayekî berbiçav xuya bû.
Wezareta Ewqafê di 16ê Sibata borî de peymana “Yekîtîya Gotara Îslamî” dabû destpêkirin, ku peymaneke niştimanî û giştgir e ji bo zanyar û bangxwazên li Sûrîyê bi hemû rêbazên wan, û armanca wê yekkirina gotina wan di pirsên giştî yên dînî de ye.
Peymanê taybetmendîyên gotara Îslamî ya xwestî li Sûrîyê dîyar kiribûn, û bal kişandibû ser pêwîstîya çespandina nirxên nermbûnê di vê gotarê de, her wiha ku gotar vekirî û hevseng be û hevgirtina civakî û aştîya navxweyî xurt bike.







