Heleb – SANA
Duh Duşemê, li bajarê Helebê, krîzeke dijwar a peydabûna mazotê li stasyon û bazaran hebû; ev yek bû sedema derketina hejmarek mezin ji wesayitên veguhastina giştî ji xizmetê, û kombûna hemwelatî û xwendekarên zanîngehê li ser rêyan.
Rêveberê stasyona sotemenîyê ya El-Zehra Şadî Şeref-El-Dîn, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku stasyonê depoyên xwe ji Pêncşema borî danê êvarê ve vala kirine û heta îro tu barên nû nehatine şandin, û da zanîn ku ev tunebûna sotemenîyê li parêzgehan bi giştî heye.
Ji alîyê xwe ve, ajokar Menaf Zemar, di daxuyanîyekê de got ku kêmbûna mazotê bûye sedema rawestana tevgera kar û xebatê bi awayekî tam, û dîyar kir ku mana ajokaran bo demên dirêj di rêzên bendewarîya sotemenîyê de li stasyonan, dibe asteng li pêşîya debara jîyana wan, her wiha nikarin xizmeta rêwîyan jî bikin.