Dera-SANA
Şaxê Heyva Sor a Erebî ya Sûrî li Derayê, îro Pêncşemê, alîkarîyên mirovî li ser malbatên ku ji parêzgeha Siwêdayê hatine bajarokê Milêha Rojhilat yê li gundewarê Dera yê rojhilat û gundê Sema El-Nihêdat li gundewarê Siwêdayê yê rojava belav kirin, ji bo peydakirina hewcedarîyên wan û bersivdana şert û mercên werza zivistanê.
Rêveberê Şaxî Beyan Qedah di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê, dîyar kir ku alîkarîyên ku bi piştgirîya Komîserîya Bilind a Penaberan û bi hevrêzkarîya ligel Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Dera û Siwêdayê hatibûn pêşkêşkirin, tûrên razanê, betanî û depoyên avê di nav de hebûn, da ku beşek ji hewcedarîyên malbatan were peydakirin û barê wan ê debara jîyanê sivik bibe.
Qedah dîyar kir ku belavkirina li navenda encumena şaredarîyê li Milêha Rojhilat, 372 kesên ji Swêdayê hatine li xwe girt, di heman demê de li gundê Sema El-Nihêdat 355 kesan ji alîkarîyan sûd wergirt. Her wiha destnîşan kir ku prosesên belavkirinê dê di rojên bê de berdewam bin, da ku navçeyên din ên gundewarê Siwêdayê yê rojava û gund û bajarokên Derayê yên ku malbatên ji Siwêdayê hatine lê hene, li xwe bigire.
