Hims – SANA
Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li parêzgeha Himsê, îro Çarşemê, piştî pêgumanbûna welatîyan û agahdarkirina alîyên pêwendîdar, li Taxa El-We’irê otomobîleke tijî madeyên hişbir, desteser kir.
Berdevkê ragihandinê yê fermandarîya Ewlekarîya Navxweyî li parêzgehê, Mihemed El-Xalid, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re got: Dewrîyeyên ewlehîyê ligel yekîneyên endazyarîyê yên pispor berê xwe da cihê bûyerê û lêgerîneke hûrbîn li nava otomobîlê kirin; di encamê de dîyar bû ku tu teqemenî tê de tune ne, lê qebareyeke mezin a madeyên hişbir di hundirê wê de hate dîtin.
El-Xalid anî ziman ku şaxê Têkbirina Madeyên Hişbir, şopandina dozê girt ser milê xwe û endamên wê karîne kesekî gumanbar ku li derdora cihê bûyerê li ser motosîkletekê bû bigirin.
Her wiha El-Xalid amaje bi wê yekê kir ku alîyên pispor berdewam in di şopandina kesekî din de ku ji cihê bûyerê revîyaye, berî ku rêkarên qanûnî li dijî her du gumanbaran temam bikin û wan radestî dadgeha pispor bikin.