Dêrezor-SANA
Keçekê jîyana xwe ji dest da, birayê wê hat rizgarkirin û xwişka wan jî winda bû, piştî ku îro Çarşemê di şaxê çemê Firatê de li taxa El-Hiwêqeyê (li rojhilatê pira Mihemed El-Dure) ya bajarê Dêrezorê xeniqîn.
Rêveberê Navenda Operasyonan li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li parêzgeha Dêrezorê El-Bera El-Hemed, di daxuyanîyekê de ji nûçegihana SANAyê re dîyar kir ku rêveberîyê îro saet 1ê nîvro agahîya xeniqîna sê zarokan di çemê Firatê de wergirt, û tîmên rizgarkirinê yekser berê xwe dan cihê bûyerê.

El-Hemed destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê karîn cenazeyê keçekê derxin û birayê wê rizgar bikin, lê belê heta niha xebatên lêgerînê ji bo dîtina xwişka wan a din berdewam dikin.

