Hema – SANA
Tîmên Parastina Sivîl û Şaxê Daristanîyê li Misyafa gundewarê Hemayê îro Înê, bi hevahengîya ligel rêveberîya herêmê, karîbûn agirê ku li zibilxaneyekê li devera Siwêdeyê derketibû kontrol bikin, berî ku berbelavî zevîyên çandinîyê yên hawirdor bibe.
Tîmên bersivdana lezgîn li parêzgeha Hemayê karîbûn agirekî vemirînin û derbasî qonaxa sarkirin û çavdêrîyê bûn da ku careke din danekeve, di heman demê de parêzgehê tekez kir ku Navenda Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan li Misyafê bîst û çar saetan amade ye ji bo wergirtina agahdarkirinên şewatê û bersivdana wan, bi armanca parastina milk û malan û kêmkirina zîyanan.
Tîmên Parastina Sivîl ên ser bi Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan li Hemayê di 5ê vê mehê de karîbûn agirekî di kargeheke plastîkê de li dora bajarê Hemayê vemirînin, û nehiştin ku berbelavî kargehên hawirdor bibe.

