Quneytra – SANA
Roja Duşemê, Rêveberîyên Çandinî û Jîngehê yên parêzgeha Quneytrayê, piştî ku ji alîyê firokeyên dagirkerîya Îsraîlê ve madeyeke nenas li wan hat reşandin, nimûne ji şînahî û erdên çandinî û daristanî yên li gundên Eşe, Kodna û Esbeh û bajarokê Rifêd ê li başûrê parêzgehê wergirtin.
Rêveberê Çandinîyê yê Quneytrayê, Endezyar Cemal Mihemed Elî, di daxuyanîyekê de ji SANAyê re ragihand ku duh rêveberî hatîye agahdarkirin ku firokeyên dagirkerîya Îsraîlê derman li hinek deverên daristanî, zevî û mêrgan reşandine. Wî da zanîn ku dê nimûne ji bo analîzê bên şandin û encam dê sibe bên eşkere kirin û welatî dê tavilê bi encaman bên agahdarkirin.
Cemal Mihemed Elî, cotkar û xwedîyên sewalan hişyar kirin ku heta encamên analîzan derdikevin, nêzîkî deverên ku derman lê hatine reşandin nebin û sewalan neçêrînin.
Her wiha bang li alîyên pêwendîdar, rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina binpêkirinên dagirkerîya Îsraîlê yên li dijî erdên çandinîyê û jîngeha Quneytrayê.




