Hesekê-SANA
Rêveberê Karûbarên Sîyasî li Hesekê Ebas Hisên, bi rûspîyên eşîran û nûnerên şênîyên Ye’rûbîyê (Til Koçer) re civîya. Di civînê de geşedanên dawî yên girêdayî parêzgehê piştî wergirtina rêveberîya wê hatin nirxandin.
Hisên tekezî li ser xwesteka dewleta Sûrîyê ya ji bo pêşkêşkirina hemû xizmetguzarîyan ji bo welatîyan kir û bal kişand ser girîngîya xurtkirina dîyaloga niştimanî di navbera hemû pêkhateyan de û parastina aştîya navxweyî.



