Şam-SANA
Hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hêzên Amerîkî îro li nêzî bajarê Tedmurê, di dema pêkanîna gereke meydanî ya hevbeş de, rûbirûyî gulebarana çekdarekî bûn.
Jêdereke ewlehîyê ji SANAyê re dîyar kir ku di encama bûyerê de du endamên hêzên ewlehîyê yên Sûrîyê û hejmarek ji endamên hêzên Amerîkî birîndar bûn, di heman demê de kesê çekdar hat kuştin, bêyî ku heta niha agahîyên zêdetir derbarê sedem an hûrgilîyên bûyerê de hebin.
Jêderê destnîşan kir ku piştî bûyera gulebaranê, hêlîkopterên Amerîkî ji bo veguhastina birîndaran bo binkeya Tenefê destwerdan kirin.