Dera – SANA
Îro 12 Kanûna Pêşîn êvarî, 33 hemwelatî di encama teqînekê de li daweteke bajarokê Abidînê li gundewarê Rojavayê Derayê, birîndar bûn.
Rêveberê Tenduristîya Derayê, Dr. Zîyad El-Mehamîd, di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re dîyar kir ku zarok jî di nav birîndaran de hene.
Di daxuyanîyekê de, Serokê Şaredarîya Me’erîye û Abidînê, Miwefeq Mehmûd, anî ziman ku “du kesên nenaskirî du bombeyên destan rasterast avêtine cihê dawetê, ku ev yek bû sedema birîndarbûna hejmarek mêvanan”, tekez jî kir ku birîn di navbera sivik û navîn de ne, û kesek lingê wî hatiye jêkirin, rewşa wî metirsîdar e.
Wekî din, Muxtarê bajarokê Abidînê, Cemal El-Îbrahîm, got ku dewrîyeyeke Hêzên Îsraîla dagîrker, ku ji sê otomobîlan pêk dihat, piştî teqînê li rojavayê gundê El-‘Arida yê nêzî wê deverê rawestyayî bû, û got ku dewrîye negihîşt cihê bûyerê û tenê li cihê xwe yê her car bû.


