Laziqîyê-SANA
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Laziqîyê, bi rêya operasyoneke ewlekarîyê ya taybet,Emîdê Firokvan Fa’iq Eyûb Meyase, yê bi endamtîya komîteya leşkerî ya “Rejîma Hilweşîyayî” tê tuhmetbarkirin, komîta ku di destpêka Şoreşa Sûrîyê wek xwedîya pêşnîyara bikaranîna bermîlên teqînerli dijî Sûrîyantê naskirin, girt.
Emîd Ebdulezîz El-Ehemed, dîyar kir ku ev operasyon piştî şopandineke hûr û kûr, bi hevkarîya ligel şaxa Têkbirina Terorê li herêma El-Hefê, pêk hat.
Li gorî rapora derbarê wî de hatiye nivîsîn, Meyase çend postên leşkerî wergirtine, di nav de xizmeta wî li Balafirgeha Leşkerî ya Hemayê di sala 1982an de û erkdarkirina wî wek Serokerkanê Lîwayê 63 li Balafirgeha Teftanazê di destpêka Şoreşê de, her wihaew yek ji wan kesan bû ku Banka Armancan destnîşan dikirin.
Hêzên Ewlekarîyê tekez kirinku ew di çarçoveya Edaleta Veguhêz de,pabend inbi şopandina hemû kesên ku destê wan di tawanên li dijî Sûrîyan de heye.