Parêzgeh-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab di çarçoveya serdaneke ku parêzgehên Hims, Tertûs û Lazqîyê li xwe girt, tekezî li ser xwesteka wezaretê ya parastina ewlehî û azadîya derbirînê di çarçoveya yasa û destûrê de kir, bi awayekî ku heybeta sazîyan biparêze û dûrî destdirêjî û derxistina fitne û alozîyan be.
Wezîr Xetab ji SANAyê re got: “Min îro ligel endamê Komîteya Bilind a Aştîya Civakî Hesen Sûfan serdana bajarê Himsê kir. Parêzgar Ebdulrehman El-‘Ema û Fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgehê Emîd Murhef El-Ne’san pêşwazîya me kirin. Me cihê tawana kirêt ku li devera Zeydelê qewimîbû, kontrol kir.”

Wezîr Xetab axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştre em çûn parêzgeha Tertûsê. Li wir em ligel Parêzgar Ehmed El-Şamî û Fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgehê Eqîd Ebdul’al Ebdul’al civîyan. Me rewşa giştî di bin ronahîya nerazîbûnên vê dawîyê de gotûbêj kir û me tekezî li ser pêwîstîya parastina aramî û tenahîyê di bin sîya rewşa heyî de kir.”

Wezîr Xetab gotina xwe wiha kuta kir: “Me gera xwe li bajarê Lazqîyê bi hevdîtinên ligel Parêzgar Mihemed El-Osman û Fermandarê Ewlehîya Navxweyî li parêzgehê Emîd Ebdulezîz El-Ehmed bi dawî anî. Me guhdarîya daxwaz û fikarên cihêreng ên ku xwenîşanderan anîn ser zimên kir, bi armanca çareserkirina wan bi rêya sazîyên pêwendîdar.”
Her wiha duh li hin deverên peravê kombûnên nerazîbûnê çêbûn. Hêzên Ewlehîya Navxweyî ev kombûn parastin da ku rê li ber her bûyereke awarte bigirin ku alîyên propagandaya tevlihevîyê dikin, Bi kar bînin. Ev yek di çarçoveya xwesteka Wezareta Navxwe de tê ji bo parastina mafê derbirîna nêrînê ji bo hemûyan di bin banê yasayê de û bêyî têkdana aştîya civakî.
Tertûs





Hims


