Hims-SANA

Bi sedan welatîyên Himsê îro li meydana Mizgefta Xalid Kurê Welîd di rawestgeheke protestoyî de kom bûn ji bo piştgirîya xelkê herêma Cezîreyê, û ji bo redkirina kiryarên zordar û binpêkirinên ku “HSD”ê li dijî wan dike.
Beşdarên xwepêşandanê, ku ji alîyê çalakvan û rojnamevanan ve di bin dirûşma “Yek Deng ji bo Cezîreyê” de hatibû organîzekirin, ala Sûrî hildan û pankartên ku serwerî û yekîtîya axa Sûrîyê tekez dikin, bilind kirin, her wisa girîngîya bidawîkirina binpêkirinên “HSD”ê û bidawîkirina jana xelkê Cezîreyê destnîşan kirin.
Çalakvan Ehmed El-Hesen, yek ji niştecihên bajarê Reqayê û yek ji organîzatorên xwenîşandanê, ji nûçegihanê SANAyê re got: “Ev sekin ji bo nîşandana yekîtîya helwesta gel e ku binpêkirinên HSDê li dijî welatîyan red dike.”
El-Hesen destnîşan kir ku pêwîst e Cezîre di bin serwerîya tevahî ya dewleta Sûrî de be, û ji zordestîya “HSD”ê ku bi hezaran lawên wê digire û wan ji jîyaneke birûmet û aştîyane mehrûm dike, were rizgarkirin.



