Heleb-SANA
Şandeyeke Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe yên Tirkîyê, îro serdana Bajarê Pîşesazî yê Şêx Necar li Helebê kir. Di serdanê de, derfetên veberhênanê û rêyên pêşxistina hevkarîya pîşesazî di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de hatin gotûbêjkirin.

Alîkarê Rêveberê Bajarê Pîşesazî yê Şêx Necar, Yûsif Fetûh, ji SANAyê re ragihand ku armanca serdanê agahdarkirina veberhênerên Tirk li ser derfet û hêsankarîyên hikûmeta Sûrîyê ye. Fetûh got, ev pêngav ji bo pêşvebirina sektora pîşesazîyê ye. Her wiha, mekanîzmayên hevbeşîyê bi kargehên Sûrîyê re ji bo danûstandina ezmûnan û pêşxistina hilberînê tên nirxandin.
Serokê Odeya Bazirganîyê ya Helebê, Mihemed Seîd Şêx El-Kar, ji alîyê xwe ve dîyar kir ku rêyên hevkarîyê di navbera bazirganên Helebê û hevtayên wan ên Tirk de hatin gengeşekirin. Her wisa, xisletên pîşesazîya Sûrîyê, wekî cihêrengîya hilberînê û zîrekîya hêza kar, hatin nîşandan.

Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe yên Tirkîyê, Hecî Ozdevîr, bal kişand ser rewşa baş a veberhênanê li Sûrîyeyê. Ozdevîr tekez kir ku hevkarîya aborî di navbera her du welatan de dikare bibe bingeha pêşketina hevpar û got ku komeleya wan amade ye di vî warî de bibe alîkar.
Endamê şandeya bazirganî ya Tirkîyê, Tekîn Çeştoglu, girîngîya xurtkirina hevkarîya bazirganî û veberhênanê di navbera her du welatan de destnîşan kir. Çeştoglu got, Konsulxaneya Giştî ya Tirkîyê li Helebê derfetên veberhênanê yên Sûrîyê berhev dike da ku pêşkêşî sazîyên têkildar ên li Tirkîyeyê bike.
