Hama-SANA
Hat ragihandin li herêma Deşta Xabê li gundewarê Hemayê êrîşek li keçekê hatibû kirin ku ji ber êrîşa hat kirin ji teref ewlekarîya hundirîn ve lêpirsînek hat destpêkirin da ku detayên êrîşên bên derxistin holê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Rêveberiya Ewlekariya Navxweyî ya herêma Deşta Xabê ya li gundewarê Hemayê ji nêz ve rewşa revandin û êrîşa li ser keçekê ya li gundê Hewrat ê Deşta Xabê dişopîne da ku hûrgilîyên meseleyê derkevin holê.
Derbarê mijarê de ji teref Xalid Mardxanîyê ku Rêveberê Ewlekariya Navxweyî yê Deşta Xabê ye daxuyanîyek ji SANAyê re hat dayîn.
Rêveberê Ewlekariya Navxweyî yê Deşta Xabê, Xalid Mardxanî di daxuyanîya xwe de balan kişand li ser lêpirsîna ku hatibû destpêkirin û a niha jî hatiye berfirehtir kirin û got ku li gorî lêpirsînên destpêkê, keçek ji aliyê du kesan ve ku bi motorsîkletê di navbera gundê Hewrat û bajarê Selhebê de diçûn hatiye revandin. Piştre ew birine zeviyekê û êrîşî wê kirine.
Mardxanî di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ew ê kesên ku tevlî vê meseleyê bûne di her halî de bên girtin û ew ê hisabê bidin û cezaya ku heq dikin dê bixwin. Mardxanî dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî:”Lêpirsîn hîn jî berdewam dikin da ku kesên ku li vê sûcê hovane beşdar bûne werin tespîtkirin û li gorî qanûnên dadperwer û astengker werin cezakirin.”