Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: “Bîranînên Girtinê” Performanseke şanoyê ya bi bîranîna kesên ku bi zorê di girtigehên rejîma berê de hatine windakiri
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên Parêzgehan > Heleb > “Bîranînên Girtinê” Performanseke şanoyê ya bi bîranîna kesên ku bi zorê di girtigehên rejîma berê de hatine windakiri

“Bîranînên Girtinê” Performanseke şanoyê ya bi bîranîna kesên ku bi zorê di girtigehên rejîma berê de hatine windakiri

4 months ago

Heleb-SANA

Ji bo wan kesên ku di wextê rejîma berê de di zindanan de zilm û îşkence li wan hatin kirin û hatin windakirin şanoya bîranînê hat tertîbkirin.

Hat ragihandin bi hevkariyeke di navbera xebata şanoyî û berpirsiyariya neteweyî de ji bo bîranîna kesên ku di navendên binçavkirinê yên rejîma berê de bi zorê winda bûne û ronîkirina êşên wan xebateke şanoyê hat amadekirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin ev xebata şanoyê ya bi navê performansa şanoyî ya “Bîranînên Girtinê” bi hevkarîya Rêveberiya Çandê ya li Helebê û bi hevkariya Kompaniya Xebatkarên Sûrî hat tertîbkirin.

Tê diyarkirin performans ji hêla Şanoya Sendîkaya Hunermendan a li Helebê ve hate pêşkêş kirin û derhênerîya wê jî ji hêla Muhemmed Merwan Idlebî ve hate kirin. Mehmûd Zakour  di  şanoyê de rola sereke lîst. Her wiha hat hînbûn digel serrol Mehmûd Zakour; aktorên bi navê Muhemmed Malqî, Fatîma Abd, û Thanaa Saqr di şanoyê de lîstin.Mehmûd Zakour derbarê şanoyê de got ku wan, şahidiyên rastîn ên ku wan ji girtiyên azadkirî berhev kirine, bi aliyên mirovî pêşkêşî raya giştî kirin. Ev şahidî çîrokên bi hezaran Sûrîyeyî di bîranînek kolektîf de bi navê “girtinê” vedihewîne, ku hûrguliyên xwînî û kiryarên nemirovane yên ku ji hêla rejîma berê ve hatine kirin di nav xwe de vedihewîne.

Ehmed el-Ebsî Rêveberê Çandê yê li Helebê, derbarê mijarê de ji nûçegihanê SANAyê re daxuyanîyek da. El-Ebsî di daxuyaniya ku da de got ku berawirdkirinek di navbera şahidiyên girtiyan û komploya şanoyê de hatiye kirin da ku çîrokeke rastîn were avakirin ku divê ji nifşekî bo nifşekî din were parastin. Her wilo ji ber mîrata wê, û qurbaniyên gelê Sûriyeyê di têkoşîna wan a ji bo rizgarbûnê ji zulm û zordariyê nîşan bide ev şano gelekî baş û girîng e.

Belgekirina îşkenceyên li navendên îşkenceyê

Mehmûd Zakourê lîstikvanê navdar jî di daxuyaniyeke bi heman rengî de, girîngiya pêşkêşkirina bi dilsozî ya vegotinên girtiyan anî zimên û got ku lîstik rêjeyek diyarkirî ya bûyerên ku ji bo pêşkêşkirina di hilberînek şanoyê de ji bo raya giştî guncaw in.Wî her wiha bal kişand ser rastiyên dijwar ên ku di nav de îşkenceya laşî û psîkolojîk û bêparkirina rûmeta mirovî ya girtiyan di nav xwe de dihewîne.

Ji teref derhênerê lîstika şanoyê Îdlebî ve jî derbarê şanoyê de nirxandinek hat kirin. Îdlebî derbarê mijarê de got ku lîstik diyardeya girtinê di zindanên rejîma berê de wekî diyardeyek giştî vedibêje, ku tê de rêbazên îşkenceyê di nav rêveberiyên zindanan û karmendên wan de bûne pratîkek gelemperî. Îdlebî her wisa got ku ev şano li ser qonaxên girtinê, ji destpêka lêpirsîna girtiyan bigire heya rêwîtiya trajîk a îşkenceyê û darvekirina li zeviyê, û veşartina van rastiyan a ji malbata girtiyan di nav xwe de dihewîne.

Hunermenda bi navê Selwa Cemîl ku wek mêvan hatibû şanoyê li ser girîngiya lîstikê ya di avakirina wêneyek rast a derûnî ya êşên girtiyan de axivî. Cemîla got ku ev şano karîbû temaşevanan bi zelalî û eşkere bibe rêwîtiyeke di nav bîranînên girtiyan de ku ev yek bi bikaranîna nêzîkatiyek afirîner ku trajediyê veguherand bingeha bîra kolektîf a her Sûriyeyî.

Lîstika “Bîranînên Girtinê” hefteya borî di çarçoveya 62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê de cara yekem li şanoya giştî hate pêşkêş kirin.

Merc, dem û cihên serlêdana Hecê ji bo Xelkên Hesekê û Penaberên Sûrî yên li Hewlêrê
Çalakîyeke Civakî li Erîhaya Îdlibê Yekîtîya Netewî Piştrast kir û Daxwazên Parçekirin û Veqetandinê Red Kirin
Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Gundewarê Derayê Pênc Xelkên Siwêdayê yên Revandî Azad Kirin
“Qeyika 22” Xweragirîya Ciwanên Sûrî Nîşan Dide
Hims Qurbanîyên Teqîna Terorîstî ya li Taxa Wadî El-Zeheb bi Xakê Dispêre
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Bîranînên GirtinêPerformanseke şanoyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Planeke Berfireh a Belavkirina Mazota Germkirinê li ser Dibistanan

11 hours ago

Dozên Gendelîyê ku Dezgeha Navendî ya Çavdêrîya Darayî di Serdema Rejîma Berê de Eşkere Kirine

11 hours ago

Êrîşeke Ezmanî Brîtanî-Fransî ya Hevbeş Li Dijî Cihekî “DAIŞ”ê li Nêzî Tedmurê

11 hours ago

Komîteya Qezencên Nerewa Tekez Dike ku Şantaj di Lihevkirinan de Nepêkan e

11 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?