Şam-SANA
62emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê, bû cihê beşdarîyeke girs ya gel, hejmara mêvanên wê di nava heft rojên çûyî de, ji 1.4 milyonî derbas bû, ev yek jî bi rengekî zelal cihê wê yê wekî yek ji pêşangehên herêmî yên herî girîng ên herêmê, piştrast dike.
Her weha bi nûnertîyeke fermî ya 44 welatan, zêdetirî 800 şîrketên herêmî, erebî û navneteweyî beşdarî pêşangehê bûn. Ev yek jî guhdana berfireh a bi çalakîyê nîşan dide û derfetên hevkarî û veberhînanê zêde dike.
Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Navneteweyî ya Şamê, yek ji pêşangehên herî kevn û girîng ên herêmê ye, ku wekî platformeke stratejîk a danûstandina bazirganî û çandî tê dîtin, û dîmenê şaristanîya Sûriyeyê raber dike.