Reqa – SANA
Piştî rawestîneke ku nêzîkî 14 salan dom kir, Rêveberîya Zanîngeha Furatê şaxê Reqayê, îro Sêşemê, wek amadekarîyekê ji bo destpêkirina sala xwendinê ya nû li hemû fakulte û enstîtuyên ser bi wê ve li navenda wê ya bingehîn li bajarê Reqayê di destpêka hefteya bê de, hemû rêkar û gavên pêwîst avêtin.
Wekî beşekî ji rêkaran, dosya, tomar û belgeyên xwendekarên kevn ji Zanîngeha Furatê li Dêrezorê bo şaxê Reqayê hatin veguhastin û hemû avahî û sazîyên zankoyê hatin nûjenkirin û çaksazkirin. Her wiha kadroyên rêveberî û perwerdeyî hatin amadekirin û hemû pêdivîyên destpêkirina sala xwendinê ya nû hatin peydakirin.
Vekirina Enstîtuyeke Nû li Reqayê
Rêveberê Şaxê Reqayê li Zanîngeha Furatê Enes Hec Zêdan, ji SANAyê re zelal kir ku proseya perwerdeyê di destpêka vê hefteyê de li fakulteyên Dermansazî, Zanist û Çandinîyê de dest pê kir.
Li milê din, xwendekarên fakulteyên din ên Mafnasî, Aborî, Perwerde, Wêje û enstîtuyên ser bi zankoyê ve dê destpêka hefteya bê tev li perwerdeyê bibin.