Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, îro Yekşemê, ligel balyozê Komara Cezayîrê ya Demokratîk a Gelêrî li Sûrîyê Ebdilqadir Qasimî El-Hesenî xurtkirina hevkarîya zanistî û pevguhartina bursên xwendinê di navbera her du welatan de, li avahîya wezaretê li Şamê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de balyozê Cezayîrî bîrnameyeke fermî pêşkêş kir ku 40 bursên xwendinê yên ku ji alîyê Cezayîrê ve ji bo xwendekarên Sûrî hatine raberkirin dihewîne. Ji 40 bursî 10 burs ji bo beşên bijîşkî ne û 30 burs ji bo hejmarek beşên din in. Balyoz piştrast jî kir ku zanîngehên Cezayîrî pêşwazîyê li xwendekarên Sûrî dikin.
Her wiha di hevdîtinê de amadekarîyên projeya peymaneke çarçoveyî ya hevkarîya zanistî û lêkolînî di navbera her du welatan de hat gotûbêjkirin; proje pevguhartina bursan, pêşxistina bernameyên lêkolînî yên hevbeş û berfirehkirina hevkarîyê di navbera zanîngeh û sazîyên akademîk de dihewîne; bi rengekî ku pişkdarîyê di avakirina hevparîyeke demdirêj di warên akademîk û lêkolînî de bike.
