Şam – SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê careke din tekezî li ser bikaranîna gotareke neteweyî ya giştgir di hemû sazî û dibistanên xwe yên giştî û taybet de kir, ya li ser rêzgirtina li cihêrengîya çandî û civakî, çespandina nirxên hemwelatîbûna wekhev û xurtkirina hezkirin û hevgirtinê di navbera gelê welat de bêyî dûrxistina çi alîyekî, ava dibe.
Wezaretê tekez kir ku divê her gotar, riftar an danûstandina ku rengekî nijadperestî, mezhebperestî, sivakatî û cudakarî di nav de hebe; çi ji alîyê rêveberan, mamoste an jî xwendekaran ve be, were qedexekirin.
Her wiha wezaretê dîyar kir ku binpêkirina vê biryarê wekî têkdaneke giran ji rêzikên karê perwerdeyî re tê dîtin û pêwîstîya wê bi lêpirsînê û sepandina cezayên herî giran li gorî yasayên berdest heye, ligel ku pêkan e ew doz bo dadgeha cezayî, eger pêwîstî pê hebe, were şandin.
Di heman demê de, wezaretê rêveberîyên perwerdeyê û rêveberîyên dibistanan erkdar kirin ku cîbicîkirina biryarê bi hûrgilî bişopînin, pabendbûna bi biryarê dabîn bikin, û jîngeheke perwerdeyî ya ewle ku girêdana neteweyî û aştîya sivîl xurt dike, ava bikin.