Şam – SANA
Wezareta Perwerdeya Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Sûrîyê, îro ragihand ku hikûmeta Macaristanê bo sala xwendinê ya 2026-2027an, 150 bursên xwendinê ji bo xwendekarên Sûrî pêşkêş kirine. Ev burs astên lîsans, master û doktorayê li xwe digirin.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de, ku nusxeyek jê gihîşt ajansa SANAyê, dîyar kir ku beşên xwendinê yên van bursan ev in: Bijîşkîya Giştî, Bijîşkîya Diranan, Dermansazî, hemû beşên Endezyarîyê, Çandinî, Bijîşkîya Veterînerî, Aborî, Biolojî, Zanistên Tenduristîyê, Perestarî, Hunerên Bedew, Perwerdeya Werzişê, Geştûguzarî û Perwerdeya Muzîkê.
Wezaretê destnîşan kir ku taybetmendîyên van bursan ev in: Xwendina bêpere, dabînkirina cihê rûniştinê li kampusa zanîngehê yan jî beşdarbûna di lêçûnên rûniştinê de li gorî qanûnên pêwendîdar, her wiha dayîna mûçeyekî mehane li gorî rêziknameyên heyî.
Wezaretê bal kişand ser wê yekê ku xwendekarên bixwazin karin hûrgulîyên bursan di van lînkên elektronîk ên jêrîn de bibînin:
- https://t.me/SyMOHEASR/10505
- https://www.facebook.com/share/p/1AQQVHiuX2/
- https://www.facebook.com/share/p/1DgoT9JVEz/
Wezaretê eşkere kir ku xwendekarên dixwazin serî lê bidin, dikarin bi rêya malpera taybet bi awayê elektronîk qeyda xwe çêkin. Dîroka herî dawî ya serlêdanê roja Pêncşemê, 15-01-2026 e.