Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ragihand ku ew ê di demeke nêz de encamên mufadeleyên veguhestin, veguhertina wekhev û hevtemamkirinê di navbera zanîngehên giştî û taybet ên Sûrîyeyê de, piştî weşandina encamên qebûlkirina giştî, ragihînin.
Cîgirê Wezîr Dr. Mihemed El-Siweyd, dîyar kir ku rênima û bernameyên rêveberîyê dê li gorî pîvanên naskirî werin dayîn, her weha tekez kir ku Wezaret gringîyê dide başkirina sîstema qebûlkirina xwendina li zanîngehan û hêsankirina veguhastina xwendekaran di nav zanîngehan de bi awayekî ku dadmendî û wekhevîya derfetan misoger bike, û asta bilind a xwendina zanîngehan biparêze û zelalî û rêveçûna bi nermî ya pêvajoya perwerdeyê misoger bike.