Şam-SANA
Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûrîyê îro biryarek derxist. Li gorî vê biryarê, zimanê Îngilîzî ji îsal û pê ve, êdî wekî madeyeke mecbûrî tê qebûlkirin û dê di hejmara madeyên ku xwendekar jê dikevin de bê hesibandin.
Di biryara ku kopîyek jê gihîştiye SANAyê de, Wezaretê destnîşan kir ku xalên zimanê Îngilîzî dê di encama xalên giştî yên dawîn de, ji bo hemû qonaxên perwerdeyê bêne hesibandin.
Her wiha di biryarê de hat eşkerekirin ku xwendekarên ku di ezmûnên bawernameya qonaxa bingehîn de serketî bûne, dikarin xala zimanê bîyanî ya herî bilind hilbijêrin. Heman maf ji bo xwendekarên serketî yên di ezmûnên bawernameya bekaloryayê de jî derbasdar e.
Wezaretê her wiha zelal kir ku zimanên bîyanî yên din ên ku vêga di rêveberîyên xwendin û perwerdeyê de têne pejirandin û bikaranîn, li gorî planên xwendinê yên sala 2024-2025, dê bêyî tu guhertinekê wekî xwe bimînin.