Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ragihand ku hejmara kesên ku ji bo mufadeleyên pejirandina zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026 serlêdan kirine, heta niha li seranserê Sûrîyê bi rêya serîlêdana mufadeleya elektronîk gihîştiye 228523 xwendekarên kur û keç.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ku îro kopîyek jê gihîşt SANAyê, destnîşan kir ku hejmara kesên ku serlêdana mufadeleya veguhestin û guhertina wekhev ji zanîngehên ne-Sûrî bo zanîngehên taybet ên Sûrîyê kirine, heta niha gihîştiye 982 xwendekarên kur û keç.
Bi mebesta hêsankirina gihîştina xwendekaran bi lînkên fermî yên têkildarî pêvajoya mufadele û tomarkirina zanîngehê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026, wezaretê tekez kir ku lînkên pejirandî tenê evên li jêr in, da ku ji her tevlihevî yan rûpelên nefermî dûr bikevin:
1- Serîlêdana fermî ji bo mufadeleya giştî û ji bo bawernameyên kevn (2011 – 2024) ku bawernameya amadeyî ya Sûrî û ne-Sûrî (zanistî – wêjeyî – pîşeyî) li xwe digire:
https://mofa.education-syria.com
2- Tomarkirina di mufadeleya veguhestin û guhertina wekhev de ji zanîngehên ne-Sûrî (hikûmî yan taybet) bo zanîngehên taybet ên Sûrîyê:
https://university-admission.syriantec.com