Razangeha Zanîngeha Şamê, bi armanca ku piştgirîya xwendekaran di warên derûnî û akadîmî de bike, di rêya pêşkêşkirina xizmetên bizîşkî yên derûnî û civakî, klînîkeka piştgirîya derûnî ya tekûz vekir,.
Serokê Zanîngeha Şamê, Mustefa Sayim El-Dehir, tekez kir ku ew kilînîk şaxê duwem ê yekîneya hişyarkirina zanîngehê ye, û ew beşek ji plana zanîngehê ye ji bo xurtkirina tenduristîya derûnî.
Di klînîkê de, ji bo pêkanîna hewcedarîyên xwendekaran li gor dewama wan, kadroyên bizîşk û şêwirmendên derûnî hene ku ew jî dikeve di çarçoveya berfirehkirina xizmetên piştgirîya derûnî li zanîngehê.



