Şam-SANA
Encumena Xwendina Bilind rê da xwendekarên sala pêncemîn ên fakulteyên bijîşkî yên zanîngehên taybet, ên 12 saetên destnîşankirî yên programa xwendinê temam kirine, ku derbasî sala şeşemîn a sala 2025-2026an bibin.
Di biryareke encumenê de ku SANAyê nusxeyek jê wergirtiye, daxwaz ji xwendekarên sûdmend kir ku pabendî rêziknameya navxweyî ya Fakulteya Bizîşkî ya zanîngeha xwe bin, bi taybetî rêjeya dewamê ya ku tê xwestin.
Armanca vê biryarê ew e hêsankirina rêyên xwendina xwendekarên li zanîngehên taybet, û handana wan li ser temamkirina xwendina xwe, û misogerkirina derçûna kadroyên pizîşkî yên pêkhatî yên karibin barê welat ê sektora pizîşkîyê hilgirin.