Peymangeha Bilind a Zanyarîyên Cîbicîker û Teknolojyayê, mufadela xwe ya programên lîsansa bilind (master û doktora) ya sala 2025-2026 ragihand.
Peymangehê di ragihandina xwe de, ya ku SANAyê îro nusxeyek jê wergirtiye, dîyar kiriye ku xwendina masterê di van beşan de heye:
- Sîstemên Peywendîyan
- Zanistên Madeyan û Endazyarîya wan
- Zanistên Kumputerê
- Kontrol û Robotîk
- Zanist û Endazyarîya Dîtberîyê
Peymangehê ji xwendekaran xwest ku li şert û mercên tomarkirina di van beşan de û belgeyên pêwîst binêrin, û dosya tomarkirinê û ezmûna pratîkî di rêya vê lînkê re daxin.
Di Programa Doktorayê de ev beş hene:
- Peywendî
- Zanyarîyên Komputerê
- Sîstemên kontrolkirinê
- Fîzyaya Cîbicîker
Zanyarîyên bêhtir derbarê şert û mercên tomarkirina di van beşan de û belgeyên pêwîst û daxistina dosya tomarkirinê û ezmûna paratîkî di rêya vê lînkê re ye.
Li gor ku hatiye ragihandin, daxwaznameyên tomarkirinê dê li Birêvebirîya Xwendinên Bilind li Peymangehê, di rêya kesê ku bi xwe tomar kiriye, heta 27/10/2025an, ji saet 10ê sibehê heta 3ê piştî nîvro, yan jî di rêya faksê li ser hejmara 011-5140761, yan jî di rêya berîda elektronî re, bên pejirandin.
Piştre wê demek ji bo ezmûnên qebûlkirinê bê destnîşankirin ku du azmûn in:
- Azmûna Zimanê Ingilîzî
- Azmûna Pratîkî
Her weha xwendekar dikarin di rêya peywendîya bi Birêvebirîya Xwendinên Bilind re li ser hejmara 011-5140030, her weha di rêya malpera elektronîk ya Peymangehê, agahîyan wergirin.