Şam-SANA
Wezareta Perwerdehîyê ya Sûrîyeyê, belavokek weşand ku heta ku sirûda neteweyî ya Komara Erebî ya Sûrîyeyê û dirûşma fermî ya wezaretê li gorî pêvajoyên destûrî û yasayî neyên pejirandin, xwendina her dirûşm an sirûdê li dibistanên giştî û taybet ên hemû astên perwerdehîyê, qedexe dike.
Wekî din jî, Wezaretê tekez kir ku divê naveroka belavokê bi tevahî were bicîkirin û pêkanîna wê li hemû parêzgehan were şopandin.
Hêjayî gotinê ye ku sala nû ya xwendinê, di 21ê Îlonê de bi bêhtirî 4 milyon xwendekaran dest pê kir.