Şam-SANA
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî, ji destpêka sala bê, 2025-2026, derfeteke dîtir -ku wek saleke awarte tê hesêbê- dide xwendekarên zankoyên ehlî yên ku piştî 14-06-2025 serlêdanên wan qedîyane.
Wekî din jî, Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilind ê Karûbarên Xwendina Taybet, Mihemed El-Siwêd, di da xuyanîyekê de anî ziman ku “heta ku xwendekar sûdê ji vê derfetê bibîne, divê ji ferman biryarnameyên madeya (8) ku xalên jêrîn vedihewîne sûdmend nebûbe:”
Ev derfet ji bo xwendekarên “amûjgeh, zanko, lêkolînên perwerdekarî taybetmendîyê, masterê” ne, yên ku îsal qeyda xwe danîne û derfetên wan li gorî pergalên cîbicîkirî nedeqîyane, ev kesên han derfeta saleke dîtir ji wan re tê dayin bi şertê ku fêde ji van birayrên jêrîn nekiribin:
1- Biryara Hejmar (262) a 30ê Tebaxa 2023an
2- Biryara Hejmar (1) a 13ê Cotmeha 2024an
3- Fermana Hejmar 98 a 14ê Hezîrana 2025an
Ev biryar jî wek wefadarîyeke Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û derfeteke gitşî bo hemî xwendekaran tê dayîn da ku ji xwendina xwe ya akademîk bêpar nemînin.