Şam – SANA
Wezareta Perwerdehîyê îro ragihand ku karmendên ku dil hene xwe ji birêveberîyekê veguhêzin birêveberîyek din, dikarin ji roja yekşemê, 24ê Tebaxê, heta talîya dewamê ji roja sêşemê ku li 26ê Tebaxê dikeve, serî li wan bidin û daweya xwe radestî wan bikin da ku rewşa wan were nirxandin.
Wezaretê di belavokeke xwe de -ku nusxeyek jê gihîştiye SANAyê jî- rave kir ku ev gava ku hatiye avêtin, li gorî pêdivîyên berjewendîya giştî û di encama nirxandina xwestekên gelek karmendan de hatine cî, ji ber ku gelek karmendan dil hebû ku xwe ji birêvebirîyekê veguhêzin yeka din. Ev yek jî berdewamîya belavoka wezaretê ye ku di 1ê Tîrmeha 2025an de hatiye derxistin ku der barê qebûlkirina daxwazên veguhastinê de ye yên di navbera 15ê Nîsanê û 30ê Hezîranê de ye ji her salê.
Li alîyê din jî, birêveberê Geşepêdana Kargêrî yê Wezaretê, Ebdulkerîm Qadrî, di daxuyanîyekê de rave kir ku ev belavok ji pabendîya wezaretê tê ji bo dabînkirina hewcedarîyên karmendên xwe yên perwerdehî û hînkirinê û ji bo nirxandina rewşa wan a mirovî û civakî.
Wekî din jî, Qadrî bal kişand li ser wê yekê ku rêdana veguhestinên derveyî birêveberîyekê bo birêveberîyeke din, armanca wê ku hevsengîyeke kar pêk were û prensîba perwerdehîyê ya herêmî ji bo mamoste û xebatkarên di beşê perwerdehîyê de pêş bixe. Ji ber ku mamosteyê ku li cîwarê xwe karê xwe bi rê ve bibe, wê bêhtir heq ji peyama xwe ya perwerdehîyê were der ku bi dilekî xweş û wefadarîyeke mezintir karê xwe bîne cih.
Di 24ê çileya sala çûyî de, Wezareta Perwerdehîyê xwest ku birêveberî û sazîyên girêdayî wan daxwazên veguhestinê ji hemî karmendên daîmî yên ku dixwazin ji parêzgehekê bo parêzgeheke din ji bo heyama hefteyekê xwe veguhêzin, qebûl bikin.