Şam-SANA
Sazîya El-Wehde ya Çapemenî, Çap, Weşandin û Belavkirinê kovara “El-Iqtisadîye” di ahengeke fermî de bi çavdêrîya Wezareta Ragihandinê, duh Yekşemê, bi amadebûneke fermî û bi beşdarîya nûnerên şandeyên dîplomatîk û çalakîyên aborî û bazirganî, li Bajarê El-Cela’ê li Şamê dan destpêkirin.
Armanca kovarê ew e ku agahî, hejmar, amar û daneyan bi hûrbînî û zelalî pêşkêş bike, bi vî rengî alîkarîya veberhêner, aborînas û xwedîyên pisporîyan di wergirtina biryaran de dike, her wiha alîkarîya welatî dike ku daneyan fêm bike û biryarên aborî bi hişyarî bigire.
Wezîrê Ragihandinê Xalid Ze’rûr di gotara xwe ya merasîma destpêkirinê de dîyar kir ku kovar ji bo pêşkêşkirina agahî û amaran bi zelalî û di çarçoveya wan a rast de hatiye destpêkirin, her wiha ew dê bandora guhertinên cîhanî, şer û biryarên aborî û rengvedanên wan ên li ser Sûrîyê bişopîne.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku yek ji rolên herî girîng ên ragihandina aborî, gihandina daxwaz û pêdivîyên civakê ye bo alîyên peywendîdar, û pêşkêşkirina agahîya aborî bi awayekî fêmbar.







