Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê tekez kir ku rewşa vêga ya ku hinek benzînxane dibînin, astengîyeke demkî di proseyên dabînkirinê de, ne ku kêmasîyeke di peydabûna berhemên petrolê de ye, ji ber ku stoka stratejîk peyda dibe, di heman demê de kompanî û sazîyên peywendîdar operasyonên depokirin, veguhastin û dabînkirinê bi awayekî birêkûpêk didomînin.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku ew bi hevahengîya ligel kompanî û sazîyên peywendîdar ên di sektora petrolê de, rewşa dabînkirina berhemên petrolê bo benzînxaneyan, li hinek parêzgehan dişopîne.