Şam-SANA
Desteya Veberhênanê ya Sûrîyê tekez kir ku, li ser bingeha wê gengeşeya berfireh a li ser torên civakî û nêrînên raya giştî yên derbarê hevpeyvîneke medyayî li ser paşeroja nexweşxaneyên niştimanî, fikarên welatîyan tên fêmkirin û di cihê xwe de ne.
Desteyê ragihand: “Em bi şefafîyet û zelalî eşkere dikin ku tendurustî ne ji bo firotinê ye û nabe jî, û rewşa bijîşkî dê rastî tu guhertineke ku dest bide cewherê rola wê ya niştimanî neyê.”
Desteyê her wiha anî ziman ku tiştê di hevpeyvîneke medyayî ya dawî de li ser taybetkirina nexweşxaneyên hikûmetê hatiye gotin, tenê lêkolînek e li ser modelên rêveberîya nûjen bi hevkarî ligel sektora taybet. Desteyê bal kişand ser wê yekê ku dewlet dê garantora sereke ya dermankirinê bimîne, û tu Sûrîyek ji ber rewşa xwe ya madî ji mafê xwe yê tendurustîyê bêpar namîne.