Şam – SANA
Pîşangeha “Buildex 2026” li Şamê di 10ê Hezîranê de bi beşdarîya 630 kompanyan ji 41 welatan dest pê dike. Pîşangeh dê teknolojîyên nûjen ên avahîsazîyê li ser rûberê 140 hezar metreçargoşe nîşan bide, wekî piştgirî ji bo “jinûveavakirinê”.
Wezîr Muhemed Enceranî tekez kir ku beşdarîya Erebî û navdewletî bawerîya bi “Bazara Sûrîyê” wekî navendeke veberhênanê nîşan dide. Wî zelal kir ku pîşangeh platformek e ji bo pevguhertina serpêhatîyan di navbera nivîsgehên endezyarî û sendîkayên karsazan de, û tekezî li ser giringîya plansazîya domdar ji bo avakirina herêmên zîyan-dîtî kir.
Muhemed Hemze pîşangeh wekî bingehekê ji bo “başbûnê” nirxand. Ji alîyê xwe ve, Ela Hilal eşkere kir ku sîstema (B2B) di pêşangeha Buildex de hatiye zêdekirin ji bo birêxistina hevdîtinên pîşeyî, û tekez kir ku pîşangeh ji sala 1996an ve berdewam e di veguherandina dijwarîyan ber bi derfetên nû ve.