Şam-SANA
Lêkolînerê navdar li Navenda El-Cezîre ya Lêkolînan Dr. Lîqa Mekî xwendineke sîyasî ya şîrovekarî li ser pêgeha Sûrîyê li ber ronahîya veguhertinên bilez ên herêmê pêşkêş kir û tekezî li ser navendîbûna jeopolîtîk a ku Sûrîyê di nexşeya Rojhilata Navîn de hildigire kir.
Mekî di semînera ku Pirtûkxaneya Niştimanî ya Sûrîyê li Şamê îro Înê bi sernavê “Sûrîye di navbera nakokîya herêmî ya niha de” li dar xistibû, li ber Wezîrê Çandê Mihemed Yasîn El-Salih û hejmarek lêkolîner û rewşenbîran, dîyar kir ku tundîya veguhertinên niha hevkêşeya dijwarî û derfetên hemdem disepîne.
Lîqa Mekî destnîşan kir ku Sûrîyê heta niha karîbû xwe ji karvedanên leşkerî yên rasterast ên gerîneka nakokîya herêmî ya gurbûyî dûr bigire.
Projeyên aborî sîyaset û hevpeymanîyan xêz dikin
Mekî di semînera xwe de behsa pêgeha Sûrîyê li ser nexşeya hevsengîyên deverê, karvedanên hevrikîya hêzên kartêker li ser ketwara sîyasî û ewlehî, û wan veguhertinên ku careke din hevsengîyên hêzê li herêmê ava kirin, kir. Her wiha qala senaryoyên pêşbînîkirî yên pêşveçûna bûyeran di qonaxa bê de kir.

Sûrîye dikare aramîya xwe biparêze
Piştî semînerê, Mekî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku ev çalakî di çarçoveya çalakîyên çandî yên Wezareta Çandê de tê, ji bo xurtkirina hişmendîyê li ser xwezaya qonaxa niha li Sûrîyê û navçeyê.
Erdnîgarî û dîrok rola navendî ya Sûrîyê garantî dikin
Lîqa Mekî di wê bawerîyê de ye ku berdewamîya nakokîya herêmî pêşbînîya karvedanên wê vekirî dihêle. Mekî eşkere kir ku geşedanên li Îran, Libnan û Iraqê dibe ku guhertinên nû ferz bikin, ku ev yek pêwîstîya şopandineke hûrbîn ji rewşa herêmê re bi xwe re tîne.

Beşdarîya ciwanan zindîbûna civaka Sûrî nîşan dide
Lêkolînerê navdar li Navenda El-Cezîre ji bo Lêkolînan Dr. Lîqa Mekî di dawîyê de bal kişand ser beşdarîya berbiçav di çalakîyên çandî de, bi taybetî ji alîyê ciwanan ve, ku ev yek zindîbûna civaka Sûrîyê û pabendbûna wê bi zanînê nîşan dide, tevî hemû tiştên ku Sûrîye di salên borî de tê re derbas bûye.

