Şam-SANA
Li ser her du rexên Çemê Firatê, ku eşîrên Ereb di dirêjîya dîrokê de lê belav bûne, nasnameyeke çandî ya hevpar pêk hat ku hîn jî di helbestên gelêrî, stran û meqaman de amade ye. Ev nasname wekî parekê ji bîrdanka rewşenbîrî û civakî ya herêmê ji nifşekî derbasî nifşê din bûye.
Helbesta Erebî bi dewlemendîya xwe ya rewanbêjî û cihêrengîya dibistanên xwe (yên klasîk û gelêrî) tê nasîn. Her zaravayekî herêmî çêjeke taybet dide vê mîrasê bêyî ku nasnameya wê ya Erebî ya giştî winda bibe.
Di vî warî de, Iraq yek ji navendên dîrokî yên herî girîng ên helbesta Erebî tê hesibandin. Di heman demê de, navçeya Firat û Cizîra Sûrîyê mîraseke gelêrî ya dewlemend parastiye ku di encama sedsalên peywendîyên civakî û eşîrî de pêk hatiye.
Helbestvan û Rojnamegerê Iraqî Mihemed Serhan El-Şe’banî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku Iraq bi hejmareke zêde ya meqam û cureyên helbestan navdar e ku bûne beşek ji nasnameya wê ya çandî; wekî El-Zuheyrî, El-Ebûzîye, Darimî, qesîdeya stûnî û Etabe. Navborî tekez kir ku piranîya van cureyan li herêma Cizîra Sûrîyê jî tên bikaranîn, lê bi hin cudahîyên hûrbîn di zarava û şêwazê pêşkêşkirinê de.
Ji alîyê xwe ve, helbestvanê stranvanî û lêkolînerê mîras û regeznasîyê yê Sûrî Mehmûd El-Herbî dîyar kir ku helbesta gelêrî, bi nirxên siwarîtî, mêranî û dilsozîyê yên ku tê de hene, alîkarî kir ku qesîde û şêwazên stranbêjîyê nifş bi nifş di navbera Iraq û Cizîra Sûrîyê de bên veguhastin.