Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Esʼed Hesen El-Şeybanî, îro Çarşemê, civîneke berfireh ligel şandeke Yekîtîya Ewropayê ya bi serokatîya Rêvebira Îdareya Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Dewletên Kendavê, Henrika Trautmann, pêk anî.
Di civînê de her du alîyan rêyên xurtkirina pêwendîyên dualî û pêşxistina asoyên hevkarîyê di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Yekîtîya Ewropayê de gotûbêj kirin.
Her weha di civînê de girîngîya berfirehkirina hevkarîya aborî, bazirganî û veberhênanê, û xurtkirina hevkarîyên di warên cuda cuda de, bi awayekî ku piştgirîyê bide hewldanên başbûn û jinûveavakirinê, hatin gotûbêjkirin.


