New York-SANA
Nûnerên her 15 welatên endamên Encumena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê hefteya bê serdana Sûrîye û Libnanê bikin.
Ajansa “France Press”ê ji zarê şanda Slovenyayê ku dê di Kanûna Pêşîn a bê de serokatîya Encumenê bike, ragihand: “Serdan dê di 4ê meha bê de dest pê bike û balyozên her 15 welatên endamên Encumena Ewlekarîyê dê berê xwe bidin Şamê û bi Serok Ehmed El-Şeri’ û hin karbidestên din ên Hikûmeta Sûrîyeyê re bicivin.”
Şanda Slovenyayê amaje bi wê yekê kir ku şanda Encumenê dê roja din berê xwe bide Beyrûta paytexta Libnanê û biryar e di 6ê Kanûna Pêşîn de serdana hêzên “UNIFIL”ê (Hêzên NY yên Demkî li Libnanê) bike. Piştî dehsalan ji bicihbûna wan li ser sînorê navbera Libnan û Îsraîlê ji sala 1978an û vir ve, biryar e erka van hêzan heta dawîya sala 2027an kuta bibe.
Di 6ê vê mehê de, Encumena Ewlekarîyê biryarek dabû ji bo derxistina navê Serok Ehmed El-Şeri’ û Wezîrê Navxwe Enes Xetab ji lîsteyên cezayên kevn. Encumenê rola erênî û çalak a Hikûmeta Sûrîyê û hewldanên wê yên bênavber ji bo bihêzkirina ewlehî û aramîya herêmî û amadekirina rewşê ji bo jinûveavakirin û pêşkeftina domdar bi awayekî ku xizmeta gelê Sûrîyeyê bike, bilind nirxand.
Sûrîyê ji hêla xwe ve pêşwazî li biryarê kir û destnîşan kir ku ev yekem biryara Encumenê ye piştî hilweşîna rêjîma revîyayî, û ev yek yekîtîya helwesta navneteweyî li hember piştgirîya aramîya Sûrîyeyê, hevgirtina axa wê, serwerî û serxwebûna wê ya sîyasî raber dike. Her wiha pabendîya xwe ya tevahî bi karê hevbeş ligel civaka navneteweyî dûpat kir ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûrîyeyê di warê aştî, pêşkeftin, jinûveavakirin û avakirina Sûrîyeya nû de.