Waşington-SANA
Serok Ehmed El-Şeri‘ tekez kir ku serdana wî ya Koşka Spî û hevdîtina wî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re destpêkeke nû ye ji bo têkilîyên stratejîk bi Amerîkayê re, û destnîşan kir ku Sûrîye êdî ji bo Amerîkayê ne gef e, lê bûye hevalbendeke jeopolîtîk.
Serok El-Şeri’ di hevpeyvînekê de bi kanala “Fox News” a Amerîkî re got: “Di şêst salên borî de, Sûrîye ji cîhanê veqetîyayî bû, û di navbera wê û Amerîkayê de qutbûna têkilîyan hebû. Ev yekem car e ku serokekî Sûrî serdana Koşka Spî dike ji dema damezrandina Sûrîyê di salên çilî yên sedsala borî de.”
Serok El-Şeri’ her wiha got: “Piştî hilweşîna rejîma berê, Sûrîye ket qonaxeke nû, nemaze di têkilîya bi Amerîkayê re. Di civîna bi Trump re, em li ser niha û paşerojê axivîn û me derfetên veberhênanê yên siberojê li Sûrîyê gotûbêj kir, da ku êdî wekî gefeke ewlehîyê neyê dîtin, lê wekî hevalbendeke jeopolîtîk.”

Serok El-Şeri’ axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di civîna bi Trump re, em li ser rakirina cezayan jî axivîn û biryarek di Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî de hebû ku cezayan li ser min û kesên din jî rake.”
Derbarê tevlîbûna Sûrîyê di Hevpeymanîya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê de, Serok El-Şeri’ ragihand: “Di deh salan de, em beşdarî gelek şerên dijî DAIŞê bûn, di wan şeran de me gelek êş kişand û me beşeke mezin ji şerkerên xwe ji dest da. Sedemên hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûrîyê hene, lê divê ev hebûn niha bi hemahengîya bi hikûmeta Sûrîyê re pêk were.”
Girêdayî egera tevlîbûna Sûrîyê di peymanên “Ebraham” bi Îsraîlê re, Serok El-Şeri’ destnîşan kir ku rewşa Sûrîyê ji rewşa welatên ku tevlî peymanan bûne cuda ye û got: “Lê dibe ku rêveberîya Trump alîkarîya me bike ku em bigihîjin peymaneke ewlehîyê bi Îsraîlê re yan her du alî li peymana sala 1974an vegerin.”
Di bersiva pirsekê de derbarê tiştên ku hikûmeta Sûrîyê ji bo cezakirina sûcdaran, di nav wan de Beşar Esed, dike, Serok El-Şeri’ zelal kir ku derbarê pêwîstîya radestkirina kesên daxwazkirî ji Sûrîyê re, Rûsya xwedî nêrîneke cuda heye, lê divê dadperwerî cihê xwe bigire.
Derbarê rola ku hikûmeta Sûrîyê ji bo zanîna çarenûsa rojnamevanê Amerîkî Austin Tice, ku di sala 2012an de li Sûrîyê winda bû, Serok El-Şeri’ wiha got: “Zêdetirî 250 hezar kesî di dema şer de li Sûrîyê winda ne, em nizanin ew li ku ne, min bi dayika Tice re hevdîtin kir, ew jineke hêja ye, û wê bi dayika min re jî hevdîtin kir ku wê jî heman ezmûn derbas kiribû, dema ku ez heft salan winda bûm, û wê bawer dikir ku ez mirime, lê wê xwe ragirt û bi hêvîyê ve girêdayî bû, û bawer dikir ku ez hîn sax im. Lewma, min ji dayika xwe xwest ku ezmûna xwe ji dayika Tice re vebêje. Ew jineke xurt e û ez ê her tiştê ku ji destê min tê bikim da ku agahîyên pêwîst derbarê kurê wê de peyda bikim.”
Bi beşdarîya wezîrên karên derve yên her du welatan û çend karbidestên wan, Serok El-Şeri’ li Koşka Spî bi Serok Trump re civîneke fermî pêk anî û tê de rêyên xurtkirina têkilîyên dualî yên Sûrî-Amerîkî û pêşxistina hevkarîyê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.
Di şîroveyekê de li ser civînê, Serok Trump li ser platforma “Truth Social”ê got: “Ew rûmet bû pişka min ku ez bi Serok El-Şeri’ re bicivim. Ez bi hêvî me wî careke din bibînim û pê re qise bikim.”