Dewha-SANA

Şandeyekê ji Wezareta Karên Hundir a Sûrîyê, bi serokatîya Hisên Selman, beşdarî di Kongreya Erebî ya 14mîn a Serokên Dezgehên Perwerde û Pêşxistina Ewlekarîyê li Dewhayê kir. Kongre ji bo danûstandina li ser tawanên ku di rêya amûrên zîrek ên peywendîyan re pêk tên li dar ket, da karînên polîsan pêşde bibin ji bo karibin kar di dosyên tewanên awarte yên di wî warî de bikin.
Akademîya Polîsan a Qeterê raportek derbarê “Navenda Operasyonên Ewlekarîyê ya Virtual” de pêşkêş kir, ku Xelata Emîr Nayif a Ewlekarîya Erebî ya sala 2024an wergirtibû.
Ev beşdarî wekî beşek ji xebata Sûrîyê ye ji bo pêşdebirina hevkarî û hevrêzîyê di nav welatên Erebî di warê perwerdeya ewlekarîyê de.


