Şam-SANA
Dezgeha Giştî ya Rêyên Veguhestinê, derbarê peymana lihevkirinê ya ji bo cîbicîkirina nûjenkirina 32 piran li Sûrîyê, bi kompanîya Matier a Fransî re gotûbêj kirin.
Endezyar Xidir Fettûm, tekezî li ser giringîya hevkarîya teknîkî û endezyarî kir ji bo rûberûbûna astengîyan û cîbicîkirina projeyan di demên wan ên destnîşankirî de, her weha dabînkirina rahênanê ji 4 endezyarên Sûrî re li Fransayê.
Her weha ji bo destpêkirina cîbicîkirina Pira Bisinqola Duwem li Idlibê, wek bexşanekê ji Kompanîya Fransî, bi awayê ku karê wê berî dawîya sala 2025an bi dawî were, lihevkirin heye.
Her du alîyan gavên pêşîn destnîşan kirin ku di qonaxa yekem de nûjenkirina 6 piran e, wek beşekî ji karê hikûmetê yê jinûveavakirina jêrxaneya ku zîyan gihayê.