Şam-SANA
Wezîrê Berevanîyê yê Sûrî Lîwa Murhef Ebû Qesra û şandeya pê re, serdaneke fermî bo Komara Rûsyaya Federal ku sê rojan dom kir, bi dawî kirin.
Wezareta Berevanîyê li ser Telegrama xwe îro dîyar kir ku serdanê hevdîtineke fermî bi Wezîrê Berevanîyê yê Rûsî Andrey Belousov re pêk anîye, û tê de rêyên piştgirîya têkilîyên dualî û pevguherandina pisporan di warê perwerdehîyê û gelek warên din de hatine gotûbêjkirin.
Wezîrê Berevanîyê Lîwa Murhef Ebû Qesra û şandeya pê re, di 28ê vê mehê de dest bi serdana xwe ya paytexta Rûsyayê Moskowê kiribûn, û di dema wê de li ser gelek mijarên leşkerî yên hevpar ên ku xizmeta berjewendîyên her du welatan dikin, gotûbêj hatibûn kirin.







