Rîyad-SANA
Serok Ehmed El-Şeriʼ û şandeya pê re îro gihiştin Rîyadê, di serdaneke kar ku wê tê de bi Cîgirê Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mîr Mihemed bin Selman re bicive û di karûbarên gera nehemîn a Konferansa Destpêşxerîya Paşeroja Veberhênanê de beşdar bibe, ku di bin dirûşma “Kilîda Werarê” de li Navenda Konferansên Navneteweyî ya Şah Ebdulezîz tê lidarxistin.
Cîgirê Mîrê Herêma Rîyadê Mîr Mihemed bin Ebdulrehman bin Ebdulezîz pêşwazîya Serok El-Şeriʼ li Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid kir.
Konferansa ku rûniştinên wê yên vekirî îro dest pê kirin û heta 30ê Cotmehê berdewam dikin, rêberên bêhtirî 20 welatan ku serokê Sûrîye, Îraq, Pakistan, Morîtanya, Bangladeş û Kûba û Padîşahê Urdunê, her wiha cîgirê serokê Çînê jî di nav de, û nêzîkî 8000 beşdaran, 40 wezîr û 600 axêver jî di nav de ne ku nûnertîya hikûmetan, kompanîyên mezin û fonên veberhênanê yên cîhanî dikin.
Di çarçoveya karûbarên konferansê de, duh civîna maseya kar a Sûrî-Siûdî hate lidarxistin, bi beşdarbûna şandeke aborî ya Sûrî ya bilind, ku Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Dr. Nîdal El-Şear, Wezîrê Darayî Mihemed Yûsir Berneye, Wezîrê Enerjîyê Endezyar Mihemed El-Beşîr, Wezîrê Ragihandin û Teknolojîya Zanyarîyan Endezyar Ebdulselam Heykel, û Rêveberê Sazîya Veberhênana Sûrî Telal El-Hilalî, û bi beşdarbûna nûnerên sektora giştî û taybet ji her du welatan pêk dihat, ku tê de derfetên hevkarîya aborî û veberhênanê û bihêzkirina hevkarîyên dualî hatin gotûbêjkirin.