Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ pêşwazîya şandeyên Odeya Bazirganîyê ya Erebî-Awistiryayî bi serokatîya Werner Fasslabend û Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Erebî-Almanî bi serokatîya Olaf Hoffmann û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinê de, girîngîya xurtkirina hevkarîyê di navbera sektora karsazîyê li Sûrîyê û her du odeyên bazirganîyê yên Erebî-Awistiryayî û Almanî de ji bo avakirina projeyên hevbeş, û sûdwergirtina ji derfetên veberhênanê yên ku ji hêla hikûmeta Sûrîyê ve ji bo handana veberhênanê li welat têne pêşkêşkirin, hate gotûbêjkirin.





