Şam-SANA
Wezîrê Karên Giştî û Niştecîkirinê, Mistefa Ebdulrezaq, îro bi Balyozê Erebistana Siûdî li Şamê, Feysel bin Siûd El-Micfil û şanda pê re re, rêyên xurtkirina hevkarîya dualî di navbera her du welatan di warên niştecîkirin fînansekirina xanûberan de gotûbêj kir.
Di civîna ku li avahîya wezaretê li Şamê hat lidarxistin, her du alîyan li ser ezmûna pêşeng a Siûdî di sektora niştecîkirin û fînansekirina takekesan de, ku wekî modeleke serketî tê hesibandin û dikare di pêşxistina sîyasetên niştecîkirinê de sûd jê bê wergirtin, gengeşe kirin.
Her du alîyan li hev kir ku di siberojê de bi beşdarîya pisporên her du welatan rêzecivînan li dar bixin, da ku li ser mijarên hevkarîya paşerojê ku lêkolîna ezmûna yekgirtî ya Siûdî di warê niştecîkirinê de li xwe digire, gotûbêj bikin.
Di dawîya civînê de, El-Micfil bang li alîyê Sûrîyê kir ku li ezmûna Siûdîyê di taybetkirina kompanîyên sektora giştî û pêşxistina pergalên rêvebirin û fînansekirinê de binêre û amaje bi amadebûna welatê xwe ji bo pevguherandina pisporîyên teknîkî û dezgehvanî di vî warî de kir.
